Ji Berhem Salih peyamên hilbijartina pêswext û karvekêsana Adil Ebdulmehdî

31 October 2019 21:32 0 dîtin
Ji Berhem Salih peyamên hilbijartina pêswext û karvekêsana Adil Ebdulmehdî

PeyamaKurd - Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî amade ye dev ji erka xwe berde.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ser pêşhat û bûyerên dawî yên li Iraqê ku bûne sedema bêhtirî 100 kesan axivî.

Salih ji bo xwepêşanderan got, “Divê çek di destê dewletê de be, eger çek di destê xelkekî li derveyî dewletê be, dê bûyerên kuştin û şer çêbibin.”

Serokomarê Iraqê ji bo xwepêşanderan diyar kir, “Hûn û hêzên ewlehiyê wekhev in, hûn hemû bira ne û pêwîst e em hemû Iraqê biparêzin. Çareserî, gotûbêj û dûrketina ji aloziyan e.”

Berhem Salih herwiha da zanîn ku Serokwezîr Adil Ebdulmehdî amadebûna xwe ji bo karvekêşana ji serokwezîrtiyê nîşan daye û got, “Di demeke nêzîk de ez dê rizamendiyê li ser hilbijartinên pêşwext nîşan bidim.”