Ji Bill Gates pêsniyarên girîng û tarîxa nemane coronavîrusê...
PeyamaKurd – Damezrînerê Microsoftê û yek ji kesê herî dewlemendê dinyayê Bill Gates ku hîn di sala 2005an de hişyariya vîruseke wekî coronavîrusê dabû, ji medya Amerîkî re derbarê rewşa dawî ya belavbûna vîrusa koronayê de axivî.
Gates ji belavbûn û bidawîbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 reşbîn e û dibêje, wê asayîbûna jiyanê payîza sala 2021ê bibîne.
Bill Gates li ser çêkirina parzeya (derziya) vîrusa koronayê jî diyar kiriye ku bikaranîna wê heta salekê bajo û beriya çêkirina parzeyê jî jiyan asayî nabe li seranserê cîhanê.
Bill Gates, beriya niha jî banga xwegirtina di malê de li Amerîkayê kiribû û plana wî ya pêşniyar kiribû jî ji van 3 xalan pêk dihat:
- Welat asê bikin
- Testan zêde bikin
- Bi bikaranîna daneyan re tedawiyan û parzeyê bipêş bixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin