Bill Gates ji bo bidawîbûna vîrusa koronayê tarîx da
PeyamaKurd – Damezrînerê Microsoftê û karsazê Amerîkî Bill Gates, li ser bidawîbûna vîrusa koronayê tarîx da û got, ji bo welatên dewlemend dawiya 2021ê û ji bo welatên din ên dinyayê jî sala 2022yan nîşan da.
Li gorî amaran heta niha li seranserê cîhanê zêdetirî 19 milyon kes bi vîrusa koronayê kiten û bêhtirî 725 hezar kesan jî can daye.
Gates diyar kir ku xebatên gelekî baş li ser derzî û dermanên koronayê têne kirin û got, li welatên pêşketî û dewlemend wê vîrusa korona dawiya sala 2021ê bidawî bibe û li welatên din jî dibe dawiya sala 2022yan dawî li vîrusê were.
Gates herwiha li ser xebatên derziya koronayê jî da zanîn, "Niha ji bo kontrolkirina bandorên nehînî yên derziyê yên faza 3yan, muhtemel e ku pêwîstî bi çar mehan heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin