Ji bo Hilbijartina 24ê Hezîranê anketa dawî!

08 June 2018 09:47 0 dîtin
Ji bo Hilbijartina 24ê Hezîranê anketa dawî!

PeyamaKurd- Şirketa Anketan ya bi navê Geziciyê ji bo Hilbijartina 24ê Hezîranê anketek çêkir û di çapemeniya Tirkiyê de weşand. Li gorî encamên anketê hilbijartin dimîne tûra duyem.

Şirketa Anketan ya bi navê Geziciyê ji bo hilbijartina Serokomariya Tirkiyê anketa dawî weşand. Di anketê de encamên balkêş hene. Li gorî encamên Geziciyê hilbijartin dimîne tûra duyem û îqtîdar jî piraniya parlamentoyê winda dike. Kesên ku wê cara pêşî rayên xwe bi kar bînin, ji %70 rayên xwe nadine îqtîdarê.

Li gorî encamên Geziciyê, rayên namzetan yên di Hilbijartina 24ê Hezîranê de wiha ne:

Recep Tayyip Erdogan: %48,7

Muharrem İnce: %25.8

Meral Akşener: %14.4

Selahattin Demirtaş: %10.1

Temel Karamollaoglu: %0.6

Dogu Perinçek: %0.4

Li gorî encamên Geziciyê, rayên partiyan yên di Hilbijartina 24ê Hezîranê de wiha ne:

Tifaqa Cumhûrê: %48.7

Tifaqa Miletî: % 38.9

HDP: %11.5