Li herêma Kurdan anketa hilbijartina 24ê Hezîranê!
PeyamaKurd- Şirketa anketan ya bi navê SAMERê li bajarên Kurdan anketek çêkir. Li gorî encamên anketê AKP dikeve û HDP bilind dibe.
Şirketa anketan ya bi navê SAMERê li bajarên ku bi piranî Kurd lê dijîn anketek çêkir. Anket li 18 bajarên wekî Erzirom, Eyntab, Riha, Semsûr/Adiyaman, Mûş, Wan, Diyarbekir, Mêrdîn û Qersê hate çêkirin. Bi 2 hezar û 100 kesî re rû bi rû hatiye çêkirin. Li gorî encamên anketê piştî hilbijartina 1ê Mijdarê, careke dî rayên HDPê bilind dibin.
Li gorî beşdarên anketê, ji %65.9 kes bawer dikin ku hilbijartin di şertên wekhev de pêk nayê. Ji %26.6 kes jî bawer dikin ku hilbijartin di şertên wekhev de pêk tê. Piraniya van 26.6an jî hilbijêrê AKPê ne.
Li pirsa ku dibêje “Heke vê yekşemê hilbijartin çêbibe hûn ê raya xwe ji kê re bidin?” ev bersiv hatine dayîn:
HDP: %39
AKP: %33.7
CHP: %8.4
MHP: %4.7
İP: %3.7
SP: %1.5
Biryar nedane: %6.6
Di hilbijartina 1ê Mijdarê ya sala 2015an de heman koma hilbijêran rayên xwe bi vî rengî dane:
HDP: %34.3
AKP: %36.5
CHP: %6.7
MHP: %4.7
Rayên xwe nedane: %14.4

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin