Ji bo hilbijartina Serokomariya Tirkiyê anketa dawî!

15 May 2018 14:16 0 dîtin
Ji bo hilbijartina Serokomariya Tirkiyê anketa dawî!

PeyamaKurd- Ji bo hilbijartina Serokomariya Tirkiyê anketa/pirsnameya dawî hate eşkerekirin. Li gorî vê anketê Recep Tayyîp Erdogan bi qasî mûyekî ji reqîbên xwe bi pêş dikeve.

Ji bo hilbijartina Serokomariya Tirkiyê şirketa anketan ya bi navê Remresê li 28 bajarên Tirkiyê bi 3653 kesan re anketek çêkir.

Di anketê de hat pirsîn: Heke vê yekşemê hilbijartin çêbibe hûn ê rayên xwe ji kê re bidin. Li gorî encamên anketê rêjeya rayên partiyan ev in:

Tifaqa Cumhûrê/AKP+MHP: %43.9

Tifaqa Milet/CHP+SP+İP+DP: %43.5

HDP: %12.2

YÊN DÎ: %0.4

Dîsa li gorî encamên anketê, heke namzetê CHPê Muharrem İnce û namzetê AKPê Recep Tayyip Erdogan bimînin tûra duyem, Recep Tayyip Erdogan bi hijmareke pir kêm ji Muharrem İnce dibûre.