Ji bo Meletiyê hisyariya erdhejê ya tirsnak!
PeyamaKurd – Serokê Odeya Endezyarên Jeolojiyê ya Meletiyê Erkan Ozgur diyar kir, tê payîn ku di demeke nêz de li Meletiyê erdhejeke bi lerza 6-7 pêk were û hişyarî da bajêr.
Ozgur diyar kir, di encama lêkolînên xwe de xeta qela Ovacikê wê erdhejeke mezin çêbike û dibe ku di demeke nêz de ev erdhej çêbibe.
Ozgur di civîna çapemeniyê ya ku di 6ê Mijdara 2022an de li dar xist de hişyarî da ku wê li Meletiyê erdhejek mezin rû bide û divê rêveberiyên herêmê amade bin. Ozgur di axaftina xwe de ev agahî dan:
“Çelîkxan Erkenek xeta xwe teng dike. Ji sala 2020an vir ve nêzî 3 hezar erdhej çêbûne. Ew xeta qusûr wê bişkê, îro û sibê tune. Xuya ye ku di erdhejeke muhtemel de wê gelek deverên Meletiyê wêran bibin. Li Kolana Kişla, Akpinar û Kolana Fuzuliyê hemû avahiyên li kêleka hev hene. Ew avahiyek nû be yan kevn be ferq nake. Pêwîst e ji van pirsgirêkan re çareserî bên dîtin û di zûtirîn dem de veguhertina bajaran bê kirin. Erdhejek pir wêranker tê ber me. Meletî di dîroka xwe de du caran hatiye wêrankirin. Ji ber vê yekê pêwîst e rayedar di zûtirîn dem de vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin