Ji bo Mêrdîn û Sirnexê moleta lêgerîna petrolê hat dayîn
PeyamaKurd – Rojnameya Fermî ya Tirkiyê ragihand ku Wezareta Enerjî û Samanên Sirûştî ya Tirkiyê û Gerînendetîya Karûbarên Petrol û Madenan biryar dane li bajarên Mêrdîn û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê li ser rûbereke 12 hezar û 62 hektaran lêgerîna petrolê were destpêkirin.
Di nûçeya Rojnameya Fermî ya îro 29ê Gulanê hatiye belavkirin de, hatiye ragihandin ku Kompaniya Petrolê ya Tirkiyê (TPAO) moleta lêgerîna petrolê bo qadên li Mêrdîn û Şirnexê daye.
Li gorî moleta ku hatiye dayîn, wê kompaniyên lêgerîna petrolê li Mêrdîn û Şirnexê li ser rûbera 12 hezar û 62 hektaran ji bo 5 salan lêgerîna petrolê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin