Li Sêwerekê di santiya lêgerîna petrolê de qeza çêbû û 2 karker birîndar bûn

07 February 2025 22:11 0 dîtin
Li Sêwerekê di santiya lêgerîna petrolê de qeza çêbû û 2 karker birîndar bûn

PeyamaKurd -  Li bajarê Rihayê (Şanlıurfa) li navça Sêwerekê di şantiya lêgerîna petrolê de qeza karî çêbû û 2 karker giran birîndar bûn. Her dû birîndaran birin nexweşxanê û rewşa wan girane.

Di qezayê de karkerên birîndar bûn yên bi navên C.S. (49) û F.K. (32) ne. Li ser qezayê, tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê qezayê û bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxana dewletê ya navça Sêwerekê. Talûka jiyana wan dewam dike.