TPAO biryara lêgerîna petrolê ji bo Diyarbekir û Mêrdînê da

18 March 2022 00:05 0 dîtin
TPAO biryara lêgerîna petrolê ji bo Diyarbekir û Mêrdînê da

PeyamaKurd – Şîrketa petrolê ya TPAO yê îzna seha lêgerîna petrolê ji bo bajarê Mêrdîn û Diyarbekirê da. Bi îznê re 9.198 hektarê din ket ber seha lêgerînê. Biryara îznê ji rêvebiriya giştî ya maden û petrolê ya bi ser wezareta enerjî û çavkaniyên xwezayî di rojnama fermî de hat belavkirin.

Li gor rojnama fermî TPAO di nav sînorê Mêrdîn û Diyarbekirê de îzna 9.198 hektarê din sitend û bi tevahî seha lêgerînê bû 33.119 hektar.

Dewleta Tirkiyê gelek pediviya xwe ya petrolê ji derveyê Tirkiyê dikire.