Ji bo rêya Hewlêr-Kerkûkê civîna dawî!
PeyamaKurd- Ji bo rêya Hewlêr û Kerkûkê were vekirin, ji Kurdistanê şandeyek diçe Bexdayê. Şande wê bi erkdarên Iraqê re, cara dawî biaxivin.
Di nava şandeya Kurdistanê de, Rêvebirê Polîsên Hewlêrê, nûnerê wezareta pêşmergeyan û rêvebirê rêbejên Kurdistanê yê giştî cih digirin.
Berî civînê Berdevkê Walîtiya Hewlêrê Hamza Hamît, ji televîzyonên Kurdî axivî û wiha got: “Berî niha jî me li Pirdê civînek çêkiribû. Ev jî wekî berdewama wê civînê ye. Ji bo ku rêya Hewlêr-Kerkûkê were vekirin, ev civîna dawî ye. Di vê civînê de em ê peyva xwe ya dawî bêjin.
Rêya Hewlêr-Kerkûkê rêya esasî ya navbera her du bajaran e û di heman demê de di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de, rêya herî kin e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin