Civîna heyeta Hewlêrê û Kazimî-Helbûsî bi dawî bû
PeyamaKurd – Heyeta Kurdistanê bo çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê seredana Bexdayê kiribûn û îro bi serokwezîr Mustafa Kazimî û serokê Meclisa Bexdayê bi Muhammed Helbûsî re hatibûn cem hev û civîna wan bi dawî bû.
Di civînê de li ser mijara qanûna deyndariyê ya budçeyê ku mehekî berê di meclisa Bexdayê de derketibû axifîn û Kurd nerazîbûna xwe ya birîna budçeya Herêma Kurdistanê anîn ziman.
Ji baregeha serokwezîr Kazimî hat ragihandin ku wê aqarên budçeyê bi awayekî adilane li temamê xelkê Iraqê bê parîkirin.
Nehat ragihandin bê encama hevdîtinan bi temamî çawaye û her dû teref gihane çi encamê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin