Ji bo serdana Erdogan a Amerîka amadekariya protestoyên mezin tê kirin

10 November 2019 15:52 0 dîtin
Ji bo serdana Erdogan a Amerîka amadekariya protestoyên mezin tê kirin

PeyamaKurd – Civaka Kurd a li Amerîkayê, beriya serdana Erdogan a 13ê Mijdarê amadekariya protestoyên bi beşdariya girseyên mezin dike.

Tê çaverêkirin ku Erdogan di serdana xwe ya Amerîkayê de, rastî protestoyan were ku yek ji wan derdorên protestoyan organîze dikin jî Kurd in û dê êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û hatina Amerîka ya Erdogan protesto bikin.

Li ser medya civakî bi hastagên #protest, #standwithkurds û #ErdoganisNOTWelcome  bangewaziya protestoyan li Amerîkayê tê kirin.

Di daxuyaniya civaka Kurd a Amerîkayê de, Erdogan bi êrîşkariya ser Kurdan û qirkirina etnîkî tê tawanbar kirin û tê gotin ku Erdogan dixwaze DAIŞê ji nû ve bide vejandin.

Herwiha tê gotin ku Erdogan li dijî Kurdên Rojava ku DAIŞ têk birine, bi artêşa cîhadiyan kirêkirî û balafirên F16ên Amerîkî şer dike û li dijî Kurdan tawanê şer pêk tîne.

Di bangewaziyê de tê xwestin ku mirovahî ji bo Rojava rabe ser piyan û Erdogan bide sekinandin.