Ji bo Ukraynayê, Yasaya Serê 2yemîn ê Cîhanê hat cîbicîkirin
PeyamaKurd-Parlementoya Nûneran a Amerîkayê, ji bo ku cebilxaneya leşkerî bi hêsanî hinardeyê Ukraynayê bê kirin, ‘Yasaya Emanetdayîn û Krêkirinê’ bi piraniya dengan qebûl kir.
Parlementoya Nûneran, pêşniyazê 3 hefte beriya senatoyê bi yekdengî dabû derbaskirin û “Yasaya Parastina Demokrasiya Ukraynayê ya 2022yan a Emanetdayîn û Krêkirinê” bi 417 dengan hat erêkirin. Reşnivîsa yasayê, ji bo destnîşana Serokê Amerîkayê Joe Biden dê ji bo Koşka Spî bê şandin.
Yasaya ku hat cîbicîkirin, ji bo bernameya ku Washington bikaribe cebilxneya leşkerî bi emanetî yan jî bi kirêkirinê bide welatên hevkarên xwe, hat erêkirin. Hat zanîn ku ev yasa, bernameya serdema Şerê 2yemîn ê Cîhanê çalak dike. Yek ji hedefên din ên yasayê jî ji bilî Ukraynayê, alîkariya Polonya û welatên din ên rojhilatê Ewropayê yên bin dagirkeriya Rûsyayê ye.
Yasaya ku ji bo Ukraynayê hat cîbicîkirin, hat zanîn ku di Şerê 2yemîn ê Cîhanê de jî hatiye derxistin û di wê serdemê de ji bo têkbirina Hîtler, ji Amerîka û welatên hevkar re jî bûye alîkar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin