Berdevkê Serokê Ukraynayê: Serê cîhanê yê sêyem ji zû ve destpê kiriye

05 March 2022 11:31 0 dîtin
Berdevkê Serokê Ukraynayê: Serê cîhanê yê sêyem ji zû ve destpê kiriye

PeyamaKurd Berdevkê Serokê Ukraynayê Mihaylo Podolyak li ser medya civakî bersiva pirsan da û diyar kir: “Şerê cîhanê yê sêyem ji zû ve destpê kiriye.”

Mihaylo Podolyak li se pirsekê, şerê Rusya û Ukranyayê wek şerê cîhanê yê sêyem bi nav dike û eşkere dike: “Wek mînak, li Amsterdam û Brukselê ciwan di cafeyan de rûdinin û Netflixê difikirin. Ji aliyê psîkolojîk ne amadebûn ku rojekê hinek bên û bombe li ser wan bibarînin. Li vî bajarî 3.5 milyon welatî dijîn. Ew bi vê yekê tê nagihin. Ew bawer dikin ku şerê cîhanî dawî hatine û êdî çênabin. Li gor wan şerê herêmî hene. Niha şerek global tê kirin û şerê cîhanê yê sêyem, ji zû ve destpê kiriye.

Herwiha Podolyak destnîşan dike: “Rûs li Ukranyayê nasekinin. Ew dixwazin êrîşî welatên din jî bikin û zêdetir herin. Kesek din vê yekê naxwaze, raste sizayên darayî ku li ser Rusyayê hatin danîn, wê di salek du salan de bandoreke gelek mezin li Rûsyayê bike. Kifş e welatên rojava dixwazin li himber Rûsya biryaran bidin, Lê divê ev biryar di berjewendiyên Ukranya de bên jî.”