Serokê Çînê: Li cîhanê mentiqa “Serê Sar” dîsa zindî bûye

18 November 2022 14:01 0 dîtin
Serokê Çînê: Li cîhanê mentiqa “Serê Sar” dîsa zindî bûye

PeyamaKurd – Serokê Çînê Şî Cînping da zanîn, di encama bûyerên cuda yên li cîhanê mentiqa “Şerê Sar” dîsa zindî bûye.

Cinping destnîşan kir, sedsala 21emîn serdema herêma Asya-Pasîfîkê ye ku berê di warê aboriyê de encamên mezin bi dest xistiye û wê di pêşerojê de hîn zêdetir bi dest bixe.

Herwiha Rêberê Çînê wiha berdewam kir û got: “Sedsala 21emîn sedsala herêma Asya-Pasîfîkê ye. APEC ji sêyeka nifûsa cîhanê, ji sedî 60ê aboriya cîhanê û hema hema nîvê bazirganiyê ye. Mezinbûna herî dînamîk e. Qada aboriya cîhanê ye.”

Xi herî dawî diyar kir, îdeolojiya şerê sar li cîhanê pêş ketiye û bi xerakirina pîvanên navneteweyî re tolerasyona li hember nakokiyên navneteweyî bûye tiştekî asayî.