Zelensky, peyama salvegera Serê 2yemîn ê Cîhanê belav kir
PeyamaKurd-Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelensky, bi helkefta salvegera Şerê 2yemîn ê Cîhanê, peyamek belav kir. Zelensky got, ‘Xirabî vegeriya, lê tu xirabî jî nikare ji berpirsiyariyê bireve.’
9 Gulanê, salvegera binketina Almanyaya Nazî ya 1945an e ku Artêşa Rûsyayê ew têk biribû. Hat zanîn ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, dixwaze di vê roja serkeftinê de pîrozbahiyek were kirin. Ji ber şerê navbera Rûsya û Ukraynayê jî bala raya giştî ya cîhanê li ser Roja Serketfinê ya ku dê li Rûsyayê were pîrozkirin e.
Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelensky jî li ser salvegera Roja Serfeftinê ya ji Şerê 2yemîn ê Cîhanê, peyamek belav kir. Zelensky, şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê destnîşan kir û got, “Xirabî vegeriya lê belê tu xirabiyek nikare ji berpirsiyariyê bireve. Ew ê ev xewna reş û spî bi dawî bibe û dê Ukrayna û hevkarên Ukraynayê bi ser bikevin.”
Piştî peyama Zelensky, çav li Vladimîr Pûtîn in bê ka dê di ‘9ê Gulanê Roja Serfeftinê’ de daxuyaniyeke çawa bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin