Ji bo zarok ji zikê dayika xwe heta 5 salî bi mûzîka Kurdî perwerde bibin Zarok Ma ava dibe
PeyamaKurd – MA Music, li Diyarbekirê bi armanca pêşxistina mûzîka Kurdî, ji bo zarokan ji zikê dayika xwe, heta 5 salî bi mûzîkê perwerde bibin, Zarok Mayê ava dike. Rêveberê projeyê Şêrko Kanîwar dibêje, di dinyê de yekemîn car e, karekî bi vî rengî çêdibe.
Li Bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê, “Akademiya Ma Music” ku ji hejmarek perwerdekarên mûzikê pêk tê, projeyeke bi navê “Zarok Ma” amade kir. Rêveberê projeye, Şêrko Kanîwar dibêje, “Em dê zarokan, ji zikê dayika wan heta bibin 5 salî, bi mûzîkê perwerde bikin û di cîhanê de yekemîn car e kareke bi vî rengî çêdibe. Zaroka dê piştî 5 salan jî derbasî projeya Ma Mûzikê bibin. Armanca me digel pêşxistina zarokan, xizmetkirina mûzîka Kurdî ye.”
Proje hat pejirandin
Şêrko Kanîwar da zanîn wan ev proje beriya niha jî amade kiribûn û dixwestin pêk bînin, lê derfetên aborî rê neda ev daxwaz bê cih. Bi şewba Koronayê re serî li fona destekê ya, Enstîtuya Goethe ya Alman, ku bi daxuyaniyekê ragihandibûn û gotibûn, ‘‘Em ê piştgirî û alîkariyê bidin saziyên wêjeyî, çandî û hunerî.’’ dan û projeya wan ji aliyê wan hat pejirandin.
Kanîwar herî dawî da zanîn, Em dixwazin dibistanek zarokan, ji zikê dayika wan heta bibin 5 salî, bi mûzîka Kurdî perwerde bikin ava bikin û bi vî awayî, wê di dinyê de yekemîn car, karekî bi vî rengî çêbibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin