Ji Çînê daxuyaniya pêsxistina pêwendiyên bi Iraqê re
PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ningê got, “Em rewşa Iraqê ji nêzîk ve dişopînin û em amade ne ku hevahengiya xwe ya bi Iraqê re zêde bikin.”
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ningê ji rojnamevanan re ragihand ku Iraq ji bo projeyên paşerojê hevbeşeke girîng a Çînê ye û salên dawiyê hevahengiya navbera Çîn û Iraqê kûrtir û mezintir bûye.
Ningê herwiha got: “Çîn rewşa ewlehiyê ya Iraqê ji nêzîk ve dişopîne û em amade ne ku hevahengiya xwe ya bi Iraqê re zêde bikin û em bi hev re bi silametî, pêşketina bêpirsgirêk û projeyên hevkariyê yên dualî garantî bikin.”
Hêjayî gotinê ye, tê çaverêkirin ku kompaniya PetroChinayê ya Çînê, li Kêlgeha Petrolê ya Qurnayê cihê kompaniya Exxon Mobilê ya Amerîkayê bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin