Ji Demirtas banga anîna demokrasiyê bo Tirkiyê: Ev welatê me hemûyan e!
PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve ji ber hincetên siyasî li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, îro bi rêya twitterê nêrînên xwe derbarê rewşa Tirkiyê de anîn ziman.
Demirtaş banga yekîtiyê li 83 milyon welatiyên li Tirkiyê kir û got, “ev welat ê me hemûyan e. Em ê hemû bi hev re demokrasiyeke xurt ava bikin û di nava aştiyê bijîn.”
6- 83 milyon, birbirimize inanalım, kenetlenelim. Bu badireyi atlatıp Türkiye’yi birlikte düze çıkaracağız. Çünkü bu ülke hepimizin. Hep birlikte güçlü bir demokrasi kurup barış içinde yaşayacağız. Direncinizi, umudunuzu, cesaretinizi asla kaybetmeyin. İyilik kazanacak, mutlaka!
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) August 6, 2020
Selahattîn Demirtaş herwiha dibêje: “Binyadeke ku xwe di nava dewletê de birêxistin kiriye, bi operasyonên plankirî, gav bi gav bernameya xwe bi cih tîne. Ev binyada veşartî û birêxistinkirî, lingê wê yê siyasî û darazê heye.”
Rêzetwîtên Demîrtaş wiha ne:
“ 1- Merheba. Ez hewl didim ku bi derfetên sînordarkirî pêşketinan bişopînim. Divê pêşketinên li welat rû didin, rast bên binav kirin. Ev demeke, pergala qanûna bingehîn tê guhertin û li şûna wê, rejîmek desthilatdar û tekparêz tê avakirin. Vê yekê, tenê bi rêbazên siyasî yên vekirî nakin.
2- Dema vê dikin, hêza raya giştî, bi awayekê der qanûnî û bi guhnedarî, bi kar tînin. Binyadeke ku xwe di nava dewletê de birêxistin kiriye, bi operasyonên plankirî, gav bi gav bernameya xwe bi cih tîne. Ev binyada veşartî û birêxistinkirî, lingê wê yê siyasî û darazê heye. Di heman demê de lingê wê yê burokrasî, medya û sermayeyê jî heye.
3- Ji bo ku rejîmeke desthilatdar û tekparêz ava bikin, li dijî me operasyon lidar xistin. Derbarê me de komployên siyasî ava kirin. Derbarê kesên rola xwe di nava vê komployê de girtin, di destên me de delîl û belgeyên hiqûqî yên bi hêz hene.
4- Di navenda operayonên li dijî beşên mûxalîf ên ji derveyî me de jî, dîsa bi heman awayî, ev binyad heye.
5- Ez pêşniyar dikim ku êdî tu kes hîn zêdetir nebin hevkarên van sûcên giran. Ji ber ku dema roja wê hat, gel wê biryara xwe bide û dûre wê hiqûq bikeve dewrê. Delîlên heyî, wê bandorê li ser pêvajoya hiqûqê jî bike.”
6- Em 83 mîlyon bi hev bawer bikin û bibin yek. Em ê bi hevre ji vê belayê xilas bibin û Tirkiyeyê ber bi rojên ronî ve bibin. Ji ber ku ev welat ê me hemûyane. Em ê hemû bi hev re demokrasiyek xurt ava bikin û di nava aştiyê bijîn. Tu carî hêza xwe, baweriya xwe û cesareta xwe winda nekin. Teqez wê qezenc bike!”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin