Edhem Barzanî banga dawîanîna operasyonên Tirkiyê kir: Bê dudilî li zengilê metirsiyê bidin!

30 May 2021 13:37 0 dîtin
Edhem Barzanî banga dawîanîna operasyonên Tirkiyê kir: Bê dudilî li zengilê metirsiyê bidin!

PeyamaKurd – Serkirdeyê PDKê Edhem Barzanî, derbarê operasyon û êrîşên artêşa Tirkiyê de peyamek belav kir û got, Herêma Kurdistanê ketiye ber dagirkeriya leşkerî û jenosîda jîngehê.

Edhem Barzanî bal kişand ser rewşê û destnîşan kir, “Dema wê hatiye em hemû bi hev re û bê dudilî li zengilê metirsiyê bidin.”

Edhem Barzanî peyama xwe pêşkeşî serokatiyên Herêma Kurdistan û Iraqê, hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraqê, Netewên Yekbûyî (NY) û Nûnera NY li Iraqê û Encûmena Asayişa Navdewletî, endamên Yekîtiya Ewropa, Komkara Erebî, rêxistinên navnetewî û civaka medenî ya Kurdistan, Iraq û cîhanê û rêxistinên parastina jîngehê li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Edhem Barzanî got: “Di şert û mercên gelek dijwar û pêşeroja nediyar a welatê me de û di serdema nêzikbûna li dawîbûna Peymana Lozanê di sala 2023an de, Kurdistan ketiye ber gereke din a dagirkeriya leşkerî û jenosîda jîngehê.”

Edhem Barzanî dibêje: “Wek em hemû agahdar in di vê heyama derbasbûyî de, cografyaya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Badînan bi taybetî û bi şêwazekî gelek dijwartir, ketiye ber pêleke dijwar a destbiserdegirtinê ku li gelek herêman artêşa dewleta Tirkiyê heta kurahiya bi nêzikî 40 kîlometre hatiye pêş û axa Kurdistanê xistiye bin şert û mercên zehmet û neyasayiya dagirkeriya serbazî.”

Di berdewamê de hatiye gotin; “Ev jî bi şêweyekî ye ku ne tenê çiya, herêm û xalên jeoserbazî, gund jî ji rûniştvanên wan hatine valakirin û bi dehan hemwelatî hatine şehîdkirin û li wê herêmê xelk neçarî rev û bicîhiştina warên bav û bapîran hatine kirin.”

Edhem Barzanî bal kişand ser ziyana êrîş, topbaran û bombebaranên Tirkiyê li ser jîngeha Kurdistanê û got: “Bi hinceta xweparastin û sazûkara şer û leşkerî, warên ciwan ên Kurdistanê ku sermayeya netewî û Kurdistanî û di asteke bilind de mîrata hevbeş a mirovahî û cîhanî jî tên hejmartin, bi şêweyekî sîstematîk û bi plan tê jinavbirin, şewitandin û talankirin.”

Edhem Barzanî dibêje, li gor ezmûnên rabirdû dewleta Tirkiyê her cografya û herêmeke ku di warê leşkerî de dagir kiribe, ti caran jê derneketiye û destnîşan dike: “Girava Qibrisê û Îskenderun du belgeyên zindî û zelal û dîroka wan hevkêşeyan in” û herwiha  “dagirkirina bilindahiyên Şekyo nêzikî sînorê Îranê li devera Bradost û bilindahiyên devera Barzan, Amêdî, Bamernî û piraniya bilindahiyên Badînan heta nêzikî sînorê Rojhilat û Deşta Neynewa û li gel sînorê di navbera me de.”

Di peyama xwe de Edhem Barzanî bibîr xist, ew wek hemwelatiyek û xemxurek wê peyamê belav dike û bang li hemû aliyên berpirsyar dike ku hemû hewlên xwe bixin nav tevgerê, çi bi rêya giftugo û danûstandinên dualî, yan bi rêya dewleta Iraqê, yan rêxistina Netewên Yekbûyî û hemû wan dewlet û hêzên cîhanî ku rêz li aştî û mafên mirovan digirin û dikarin guvaşê pêk bînin û sînorekî ji bo wê sînorbezandin û dagirkeriyê danin.

Edhem Barzanî got: “Dema lêdana zengila metirsiyê hatiye ku em hemû bi hev re û bêyî dudilî vê zengilê lê bidin. Gelek bi cidî hemû rêkarên navdewletî werbigirin û helwesta xwe rêk bixin.”

Edhem Barzanî di dawiyê de dibêje, “Daxwazê ji dewleta Tirkiyê bikin, di çarçoveya cîrantî, hevayînî, pêkvejiyana dîrokî û cografî de, ji bo jiyana aştiyane ya di navbera gelên Kurd û Tirk û gelên din ên li deverê û seqamgirî û aramiya herêmayetî û Rojhilata Navîn, rêz li serweriya ax, jîngeh û îdareya xwerêveberiya yasayî û destûrî ya Kurdistanê bigire û îtîraf bi prensîpên mirovî, siyasî û îdareyên li wan herêman bike û pirsgirêkan di çarçove, bazne û civaka Tirkiye û Kurdistana Bakur de çareser bike ku navenda serhildana wan arîşeyan e ku pêwîstî bi hevtêgihiştina netewên Kurd û Tirk heye. Bijî aştî û pêkvejiyana mirovatiyê.”