Serok Barzanî, banga xurtkirina hestên welatperweriyê li mamosteyan kir

22 August 2023 16:31 0 dîtin
Serok Barzanî, banga xurtkirina hestên welatperweriyê li mamosteyan kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, di civînên xwe yên bi beşên cuda yên civaka Kurd re ev çend roj in li Dihokê û navçeyên wê civînan li dar dixe. Serok Barzanî, di civîna îro de bang li mamosteyan kir.

Serok Mesûd Barzanî, di vê civînê de axaftinek kir û bal kişand ser rola mamosteyan a di civakê de û got ku “Rola mamosteyan, di pêşvebirina civakê û perwerdehiya ciwanan de yek ji mijarên sereke ye.”

Serok Barzanî, di axaftina xwe de li ser dilsoziya mamosteyan rawestina û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

"Mamoste, di her rewşê de di sengerê pêşî yê perwerde û zanistê de bûn. Wan bi dilsozî xizmet ji gelê Kurdistanê re kiriye û rê nedaye ku pêvajoya xwendin û fêrbûnê raweste. Iraq li ser bingeha şirîkatiya Kurdan û Ereban ava bûye. Lê ev şirîkatî hat piştguhkirin. Para Kurdistanê bû komkujî û hewilên tunekirina gelê me.

Piştî ku rejîma berê rûxiya, derfetek derkete holê ku jiyaneke nû li ser hîmên şirîkatî û hevsengiyê dest pê bike lê wan dîsa pişta xwe da destûrê.

Hinek desthilatdarên Iraqê bi nêta lawazkirina Kurdistanê û bêhêzkirina gelê me tevgeriyan.”

‘Yên dixwazin bêhêvîtiyê peyda bikin hene’

Serok Mesûd Barzanî, bi berdewamî diyar kir ku yên dixwazin li ser hestên welatperweriyê bilîzin hene û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“Pêlek heye ku dixwaze li Kurdistanê bêhêvîtiyê ava bike, hesta welatperweriyê û nirxên heyî yên gelê Kurdistanê ji holê rake. Ji bo xurtkirina hestên welatperweriyê û bihevrejiyanê bixebitin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku Serok Barzanî di civîna xwe ya bi mamosteyan re qala mijarên wekî projeyên Herêma Kurdistanê yên ji bo perwerde, peydakirina derfetên kar ji a ji bo ciwanan, avakirina çavkaniyên dahatê û têkoşîna li hember bikaranîn û firotina madeyên hişbir jî kir.

Li gorî hat zanîn, Serok Barzanî ji mamosteyan xwest ku di van mijarên girîng de piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar bikin.