Ji Ebadî bangewaziya pêwendiyên Bexda-Hewlêrê li Kazimî
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî ku serokatiya Hevpeymana Nesr dike, li demeke ku serdana Hewlêrê dike bang li Serokwezîr Mistefa Kazimî kir, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê rêkûpêk û çareser bike.
Ebadî got, "Wekî Hevpeymana Nesr em ji Kazimî daxwaz dikin, bi awayekî cidî têkiliyên Bexda û Kurdistanê rêkûpêk bike.”
Di daxuyaniya xwe de Ebadî herwiha diyar kir, "Herwiha pêwîste herêmên din ên welat jî li gorî bingeha yasayan û destûrê werin avadankirin.”
Hêjayî gotinê ye, Kazimî niha li Hewlêrê ye û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re li ser çareserkirina pirsgirêkên herdu aliyan hevdîtin pêk anîn ku çav li rê ye sibe jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive û piştre jî derbasî Silêmaniyê jî bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin