Ji ENKSê peyama Newrozê: Garantîya parastina Rojava bi yekîtî û lihevkirina Kurdan e...

20 March 2023 19:44 0 dîtin
Ji ENKSê peyama Newrozê: Garantîya parastina Rojava bi yekîtî û lihevkirina Kurdan e...

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi boneya cejna Newrozê peyamek belav kir û ragihand: “Têgihîştin û lihevkirina kurdan li Kurdistana Sûriyê li gorî rêkeftineke diyarkirî, tenê dê garantiya parastina herêmên kurdî ji destwerdanên derve bike.”

Di peyama ku ji aliyê Sekreteriya Giştî ya ENKSê ve hatiye belavkirin de hat gotin: “Her sal di 21ê Adarê de gelê Kurd li Kurdistanê û hemû herêmên wê, cejna Newrozê wek cejneke netewî pîroz dikin ku dîroka wê digihe efsaneya Kawayê hesinkar ê ku li dijî zordarî û stemkariyê serî hildaye û agir (agirê azadiyê) li serê çiyayên Kurdistanê vêxist, da ku dawiyê li serdemeke tar û kuştinê bîn. Ji wê demê ve jî, Newroz bûye roja azadî û aştiyê.

ENKSê diyar kir: “Dijminên kurdan bi siyasetên xwe yên cudaxwazî, koçberkirin û qirkirina etnîkî, gelek êş, karesat û komkujî anîne serê gelê kurd. Heta gihîşt wê astê ku dijminan çekên qedexekirî bi kar anîn, wek ku çawa di sala 1988an de li Helebceya şehîd bi kar aniye. Tevî van hemû siyasetên sîstematîk ên li ser gelê kurd, Lê rejîmên ku Kurdistanê parçe kirine, hertim nekarîne pêşî li vejîn û pîrozkirina cejna wê ya netewî bigirin.”

ENKS di dewamê de bal kişand ser: “Gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê jî ji siyasetên bi armanca jinavbirina hebûna wê ya netewî û guhertina demografiya herêmên wê bêpar nebûye, wek projeyên (Kembera Erebî, Serjimêriya Awarte û siyasetên guhertina demografî di salên borî de), lê wî serî li ber van siyaset û projeyên şovenîstî neçemand û hebûna xwe ya niştimanî wek miletekî xwecihî ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, parast. Her wiha gelê tekez dike jî ku çareseriya doza Kurdî li Sûriyê di wê yekê de ye ku ew dozeke niştimanî û doza hemû Sûriyan e.”

Di peyama ENKSê hat destnîşankirin, “Ti alternatîf ji çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê re, ji bilî biryarên navdewletî û bi taybetî biryara 2254 û derketina hemû artêş û milîsên biyanî ji Sûriyê, nînin.”

ENKSê da zanîn, hewlên asayîkirina pêwendiyan û çareseriyên yekalî bi rejîmê re, nabin sedema çareseriyeke dadmend ji kirîza Sûriyê re, lê belê rejîmê dê zêdetir astengiyan li pêşiya her hewlek ji bo pêşvebirina proseya siyasî çêbike.

Li ser yekrêziya navmala kurdî jî ENKSê tekez kir, ew pabend e bi belgeya garantiyan a ku aliyê Amerîkî û serkirdeyê HSDê li ser îmze kirine. Herwiha ew di wê baweriyê de ye ku têgihîştin û lihevkirina Kurdan li Kurdistana Sûriyê li gorî rêkeftineke diyarkirî, tenê dê garantiya parastina herêmên Kurdî ji destwerdanên derve bike.

ENKSê pabendbûna xwe bi projeya niştimanî ya kurdî bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî piştrast kir û soz da ku ew ê ji bo parastina doza xwe ya dadperwer di hemû platformên navdewletî de dilsoz bimîne.

Herwiha ENKSê diyar kir, ti çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re, bê çareseriyeke dadmend ji doza Kurdî re pêk nayê. 

ENKS di dawiya peyama xwe de, dilovanî ji hemû şehîdê Newrozê û şehîdên karesata erdheja wêranker a li Efrîn û Cindirêsê û tevahiya Sûriyê re xwest.