Ji Erdogan daxuyaniya Demirtas: Dibêjin bila derkeve, lê…

15 December 2018 19:03 0 dîtin
Ji Erdogan daxuyaniya Demirtas: Dibêjin bila derkeve, lê…

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 15ê Kanûnê li bajarê Denizlî li ser rewşa hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş axivî.

Erdogan di axaftina xwe ya ku rexneyên tund li opozîsyonê kir de, xwedîderketina li Demirtaş jî red kir û got, “Dibêjin pêwîst e derkeve. Berdêla edaletê çi be, ew ê bide.”

Erdogan bêyî ku navê Demirtaş bîne ziman li ser rewşa wî diyar kir, “Li ku derê aciziyeke hebe em dê li wir bin. Derketine li parlamentoyê aqil didin me. Yek ji wan (Demirtaş) di hûndir de ye. Dibêjin, pêwîst e derkeve. Berdêla edaletê çi be, ew dê bide.”