Erdogan: Demirtas girtî bû bila HDPê namzedekî dî bidîta

15 June 2018 20:26 0 dîtin
Erdogan: Demirtas girtî bû bila HDPê namzedekî dî bidîta

PeyamaKurd – Namzedê AKPê yê serokkomariya Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rikeberên xwe da ber rexneyan, bi taybet jî namzedê CHPê yê Serokkomariyê Muharrem Înce rexne kir, ku çima çuye li girtîgehê serdana Selahattin Demirtaş kiriye.

Serokkomarê Tirkiyê û namzedê serokkomariyê yê AKPê Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya bangeşeya hilbijartinan de li Stenbolê axiftinek kir û ragihand ku: “Birêz Înce û yên din radibin û rûdinên çi dibêjin? 'Çima (Selahattin Demirtaş) di girtîgeha Edrineyê da bimîne'. Birayê min tu çawa mirov e? Partiya van gelo nikare merivekê ne girtî nîşan bide.”

Erdogan wiha pêde çû: "Birêz Înce û yên din radibin û rûdinin çi dibêjin? 'Çima (Selahattin Demirtaş) di girtîgeha Edrineyê da bimîne'. Birayê min tu çawa mirov e? Partiya van gelo nikare merivekê ne girtî ku mehkûmiyeta wî tune bibîne û wî bixe namzed. Derd cuda ye. Bay Înce çi kir? Çû Edirneyê begefendî ziyaret kir.”

Erdogan îdîa kir ku ew dê li aliyê mezlûman cih bigirin: “ Ji bîr nekin, meriv tu carî bi zilmê abad nabe. Ji bo vê em ê li aliyê mezlûman bisekinin û vê bidomînin. Em ê vê lîstikê xirab bikin."