Ji Erdogan pêwendiya telefonî bi Zelenskiy re
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, îro 24ê Sibatê di yekemîn salvegera destpêkirina êrîşên Rûsyayê bi ser Ukraynayê de, pêwendiyeke telefonî bi Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky re pêk anî.
Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê da xuyakirin ku di pêwendiya telefonî de, Erdogan û Zelensky li ser rewşa dawî ya karesata erdhejê û geşedanên dawî yên şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de axivî ne.
Hat diyarkirin ku Erdogan ji ber alîkariyên ku Ukraynayê di erdhejê pêşkêşî Tirkiyê kirine, spasiya Volodimir Zlensky kiriye û herwiha amadebûna Tirkiyeyê ji bo çareseriyeke bi rêya dîyalogê û agirbesta şerê Rûsya û Ukraynayê aniye ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin