Ji Etariyê ber bi nivîskariyê: Çetîn Lodî 5 pirtûkên Kurdî nivîsandin

18 January 2021 21:34 0 dîtin
Ji Etariyê ber bi nivîskariyê: Çetîn Lodî 5 pirtûkên Kurdî nivîsandin

PeyamaKurd – Nivîskar Çetîn Lodî ku demek dirêj li bajarê Êlihê (Batman) demeke dirêj karê etariyê kiriye û mal bi mal geriyaye heta niha 5 pirtûkên Kurdî nivîsandine. Herî dawî 3 pirtûkên Çetîn Lodî hatine çapkirin.

Nivîskarê Kurd dibêje; her çiqas şert û mercên jiyana wî giran û zehmet bûn  jî wî qet dev ji xeyalên xwe û ya dilê xwe bernedaye û dawîyê jî gihîştiye armanca xwe.

Çetîn Lodî bixwe ji bajarê Sêrtê ye û di 12 saliya xwe de ji Sêrtê bi malbatî berê xwe dane Êlihê û li wir jiyana xwe domandiye. Piştî ku hatine Êlihê jî ji ber şert û mercên giran ên jiyanê ew neçar e bo alîkariya debara malbata xwe ji xwe re karekî peyda bike û dest bi etariyê dike.

Nivîskarê Kurd ji ber karê xwe yê etariyê kolan bi kolan, gund bi gund digere. Lê her tim xeyalek di dile wî de bi wî re digere. Wî ji biçûktiya xwe ve xwestiye ku bibe nivîskar.  Lewma jî ji bo binivsîne şev û roj hewl daye. Li ser kaxiz û defteran hestên xwe nivîsandiye. Ji wan nivîsên wî yên ewilî du pirtûk derketine  holê. Lê niha 5  pirtûkên wî yên bi Kurdî hatine çapkirin hene ku yek ji wan roman e û yên din jî helbest in.

Çetîn Lodî ji PeyamaKurd re li ser serboriya xwe ya nivîskariyê dibêje: “Di nava salan de Gelek çîrok ji ser serê min derbas dibûn, ku tiştên hatine serê me ne pêkan e ku mirov jê re bêdeng bimîne û nenivîse. Min hemî li gel xwe dinîvîsand. Niha 5 pirtûkên min hene.”

Nivîskarê Kurd balê dikişîne ser ku wî ji zaroktiya xwe û vir ve her dem xwestiye bibe nivîskar û di heman demê de jî xwestiye bi zimanê xwe û mezinên xwe binivîsîne.

Lewra dibêje, bi zimanê Kurdî axaftin, xwendin û ya girîng nivîsandin wek berpirsiyariyeke  bo nirxên xwe yên neteweyî ye. Divê ji bo her Kurdekî xwedî lê derketina zimanê Kurdî bibe wekî erkekê.

Lodî bibîr dixe, “Lê mixabin gencên nifşên  nû yên Kurd girîngiyê nadin zimanê xwe. Bi zimanekî din axaftin an jî xwendin  ji bo wan bêtir girîng e yan jî hêsan e.”

Nivîskarê Kurd, bang li ciwanên Kurd dike ku berîya her tiştî divê pirtûkên bi zimanê xwe bixwînin û li çand, edebiyat û dîroka xwe ya zêrîn xwedî derkevin.