‘Ne Mutlu Türküm Diyene!’ ji pirtûkên perwerdê hate derxistin

03 September 2024 17:31 0 dîtin
‘Ne Mutlu Türküm Diyene!’ ji pirtûkên perwerdê hate derxistin

PeyamaKurd – Diruşma nijadperestî a Tirk ‘Ne Mutlu Türküm Diyene’ ango Bextewariya herî mezin Tirkbûn e,  ji pirtûkên çapkirî yên îsal ên Wezareta Perwerdeya Tirkiyê hate rakirin.

Li gorî nûçeya rojnmeya Birgunê, ji destpêka pirtûka pola yekê ya dibistina seretayî ya bi navê Zanista Jiyanê, ji nav sonda ku divê her roj xwendekar bixwînin ‘Ne Mutlu Türküm Diyene’ hatiye rakirin û li şûna wê gotina Mustafa Kemal Ataturk û gotina “Bila Hebûna Min Qurbana Neteweya Tirk Be” hatiye danîn.

Sonda ‘Andımız’ ku ji salên 1933yan heta 2013yan her sibe ji aliyê xwendekaran ve dihat gotin û 8ê Cotmeha 2013an ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve hatibû rakirin û êdî li dibistanan nedihat xwendin. Lê belê li ser destpêka pirtûkên dibistanan ew sond hê jî cî digirt.