Ji FBI daxuyaniya êrîsa ser Trump: Kesek hatiye kustin, birînên 2 kesan jî xedar in
PeyamaKurd – Buroya Lêpirsînê ya Federal a Amerîkî (FBI) derbarê êrîşa dema mîtinga Pensilvanyayê ya ser namzedê serokatiyê Donald Trump de daxuyanî da.
FBIyê ragihand ku nasnameya kesê êrîşî Trump kiriye diyar bûye û navê wî jî Thomas Matthew ê 20 salî ye.
Li aliyê din Matthew jî li ser medya civakî vîdeoyek belav kiriye û gotiye, ti pêwendiya wî bi êrîşê re tune ye.
Rayedarê FBIyê Kevin Rojek, êrîşa mîtinga Trump wekî hewla sûîqestê nirxand û diyar kir ku lêpirsîneke çalak li ser bûyerê tê meşandin.
Herwiha Rojek, daye xuyakirin ku di wê êrîşa çekdarî de tevî birîndarbûna Trump ji guhê xwe, kesek hatiye kuştin û rewşa du birîndaran jî di xeteriyê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin