Ji Hakan Fîdan daxuyaniya li ser Helebê
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan derbarê nakokiyên di navbera HTŞ û artêşa Sûriyê de lgot, “Tirkiye di şerê li Helebê de cih nagire. Em ê tu hewlan nedin ku dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê.”
Fîdan di Forûma TRT World 2024ê de axivî û der barê êrîşa cîhadîstên bi pêşengiya Şaxa El Qaîdeyê ya Sûriyeyê Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ) ya ji bo vegirtina Helebê de got, “Tirkiye di pevçûnên li Helebê de cih nagire. Tedbîr tên girtin.”
Fîdan der barê nakokiyên di navbera hêzên çekdar ên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî El Qaîdeyê yên li Sûriyeyê û artêşa Sûriyeyê de nirxandin kirin û got, “Tirkiye di şer û pevçûnên li Helebê de cih nagire.”
Fîdan bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê jî û wiha got: “Sedema sereke ya aloziya Xezeyê dagîrkeriya neqanûnî ya Îsraîlê ya li ser axa Filistînê ye. Aştiyeke mayînde bêyî edaletê li ser bingeha çareseriya du dewletî pêk nayê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin