Ji HEZKURDê kampanyaya îmzeyan bo perwerdehiya zimanê Kurdî

01 November 2020 20:39 0 dîtin
Ji HEZKURDê kampanyaya îmzeyan bo perwerdehiya zimanê Kurdî

PeyamaKurd – Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) bi daxwaza dayîna mafê perwerdehiya zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin.

HEZKURD di bangewaziya xwe ya piştgiriyê de dibêje, bêyî ti alyikekî siyasî û polîtîk ê vê helmetê tune ye û wan ji bo baldariya hemû bîrdozî, rêxistin cemaet û partiyan bi awayekî serbixwe ev kampanya daye destpêkirin.

HEZKURDê di nivîsa kampanyayê de gotiye, mafê perwerdehiya zimanê zikmakî, mafekî rewa û gerdûnî ye û li gorî hiqûqa navneteweyî jî mafekî rewa û mirovî ye.  

Hêjayî gotinê ye, gelek kesayetên naskirî piştevaniya xwe bo vê kampanyayê eşkere kirine ku di nav wan de parlamenter, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên Kurd hene.

Ji bi îmzekirina kampanyaya daxwaza perwerdehiya zimanê Kurdî li dibistanan divê hûn vê lînkê bitikînin û biçin ser rûpela îmzekirinê û piştgiriya kampanyayê bikin.