Ji HSDê biryareke nû bo Encûmena Leskerî ya Dêrazorê: Hejmara kustiyên herdu aliyan zêde dibe

30 August 2023 18:23 0 dîtin
Ji HSDê biryareke nû bo Encûmena Leskerî ya Dêrazorê: Hejmara kustiyên herdu aliyan zêde dibe

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştî ku Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El Xebîl (Ebû Xewla) binçav kir û piştre jî ji kar dûr xist, ragihand ku 4 fermandarên din ên bi Xebîl re têkildar erka wan hatiye bidawîkirin.

Piştî biryara HSDê di navbera Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê ku piranî ji eşîrên ereb pêk tê û hêzên HSDê de şer û pevçûnan rûda û li gorî çavkaniyan ji herdu aliyan herê kêm 25 kes hatine kuştin. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihandiye ku heta niha kuştiyên herdu aliyan gihîştiye 28 kesan.

Di demeke ku aloziya li Dêrazorê dewam dike de, HSDê îro 30yê Tebaxê ragihand, “El Xebîl, gelek sûc û zêdegavî kiribûn, bi aliyên derve yên dijberî şoreşê re hevkarî dikir, li dijî şêniyan sûc kirin, bazirganiya hişbirê dikir, herwiha rewşa ewlehiyê xirab birêve dibir û di zêdebûna tevgerên şaneyên DAIŞê de rol dilîst û erka xwe ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî bi kar dianî, bi vê yekê rêziknameya HSDê binpê dikir. 4 endamên din ên meclisê ku destê wan jî di wan sûc û zêdegaviyan de hebû, erka wan hat sekinandin.”

Çavkaniyên herêmê ragihandine ku doh 29ê Tebaxê piştî biryara HSDê ya binçavkirina Ebû Xewla, şer di navbera HSD û hêzên Encumena Leşkerî ya Dêrezorê de qewimî ye û di encama şer û aloziyan de, li gorî agahiyên destpêkî 16 çekdarên eşîrên Erebî û 6 şervanên HSDê hatine kuştin û tevî qurbanîdana 3 sivîlan, hejmarek çekdar ji herdu aliyan birîndar bûne.