HSDê Encûmena Leskerî ya Girê Spî damezirand

15 June 2019 12:18 0 dîtin
HSDê Encûmena Leskerî ya Girê Spî damezirand

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo parastina Girê Spî û pêşkêşkirina alîkariyan jê re, encûmeneke leşkerî ya taybet bi bajarokê Girê Spî damezirand.

HSDê ji bo cara yekem Encûmena Leşkerî ya Girê Spî damezrand û di daxuyaniyekê ragihand, wê dest bi avakirina peykerê rêxistinî kiriye û sê armancên wê ji damezrandina vê encûmenê hene.

ARMANCÊN DAMEZIRANDINÊ

Li gor daxuyaniya HSDê, armancên wê ji damezirandina vê encûmenê ev in, yekgirtina tevahiya hêzên leşkerî û ewlehiyê, bikarxistina dezgehên leşkerî û beşdarîkirina serkirdatiya xwecihî di standina biryaran de.

Daxuyaniyê amaje bi wê da, damezrandina vê encûmenê di demekê de, gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê û egera avakirina herêma ewle bi hevrêziya bi Amerîka re berdewam in.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di Cotmeha 2015an de hat damezirandin, baskê leşkerî yê Rêveberiya Xweser li Rojhilatê bakurê Sûriyê ye û stûna wê ya sereke Yekîneyên Partiya Gel (YPG) ye û ji aliyê Amerîka ve tê piştevanîkirin.