Ji Îranê bersiva Amerîka: Emê petrolê bifirosin hemû kirdaran

01 September 2019 23:38 0 dîtin
Ji Îranê bersiva Amerîka: Emê petrolê bifirosin hemû kirdaran

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf bersiv da hewlên astengkirina Amerîkayê yên firotina petrolê û li ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got, “Emê petrolê bifiroşin hemû kirdaran.”

Zerîf li ser medya civakî diyar kir ku hewlên Amerîkayê yên ku di her warî de astengan derdixin pêş Îranê vala ne û wiha got:

 “Amerîkayê amûrên me yên berevaniyê asteng kirin. Me rabû fuze çêkirin. Amerîkayê derbarê sotemeniya nukleerî de astengî danî, lê me çêkir. Amerîkayê tenê got. Nriha jî dest bi karê korsantiyê kiriye û bi gefan dixwaze rê li ber firotina petrolê bigire. Êdî bes vala biaxive Wezîr Pompeo! Emê petrolê bifiroşin hemû kirdaran.”