Ji Îstenbolê seferên bo Kuweytê destpêkirin

15 August 2020 20:16 0 dîtin
Ji Îstenbolê seferên bo Kuweytê destpêkirin

PeyamaKurd- Şîrketên rêyên Hewayî bi sedema Kovid-19 ê dev ji seferên xwe berdabûn, êdî dadigerin balafirgeha Sabiha Gökçenê. Şîrketa ku ewilî dest bi sefera xwe kir El Jazeera Airways bû. Hefteyê dê 3 caran sefer bike.

Sefera yekem bi 116 rêwiyan hat kirin û balafira yekem xwe danî balafirgehê. Tedbîrên Kovid-19 ê anîbûn cîh. Ji aliyê Îstenbolê bo Kuweytê heman tişt hatin kirin. Di nav hefteyê de şîrketa Jazeera rojên çarşemê, înê û şemiyê dê seferan bikin.

Niha ji Sabiha Gökçenê bo 45 ciyên derveyê Tirkiyê sefer tên kirin.