Îran careke din seferên rasterast ên Meshed-Necefê dide destpêkirin

15 February 2025 13:41 0 dîtin
Îran careke din seferên rasterast ên Meshed-Necefê dide destpêkirin

PeyamaKurd – Rêhewaya Homayê ya Îranê roja Sêşema bê dê seferên rasterast di navbera Meşhed û Necefê de ji nû ve bide destpêkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a dewleta Îranê IRNAyê, ev hêl dê heftane du seferên xwe di rojên Sêşem û Înê de pêk bîne. Firokeya 673 dê demjimêr 17:10 bi ji Meşhedê derkeve û firokeya vegerê ya bi jimareya 672 dê demjimêr 20:30 ji Necefê derkeve û bigihîje firokexaneya navdewletî ya Haşimî Nejad a li Meşhedê.

Firokexaneya Şehîd Haşimî Nejad ku rûbera wê 540 hektar e, piştî firokexaneya Mêhrabad a li Tehranê duyemîn firokexaneya herî qelebalix a Îranê ye.