Ji Koska Spî daxuyaniya dawiya serê DAISê…

23 March 2019 13:43 0 dîtin
Ji Koska Spî daxuyaniya dawiya serê DAISê…

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders, ragihand ku li Sûriyê di destê DAIŞê de ti erdek nemaye û dê Pentagonê li ser mijarê daxuyaniyê bide.

Sanders dema ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump bi balafirê diçû Floridayê ji medyakaran re axivî û ragihand ku êdî li Sûriyê de di destê DAIŞê ti erd nemaye.

Sandersê nexşeya Sûriyê ya dawî nîşanî rojnamevanan da û got, dibe ku Pentagon derbarê mijarê de daxuyaniyeke berfireh bide.

HSDê jî ragihandiye ku erda dawî ya destê DAIŞê Baxoz bi temamî ji terorîstan hatiye paqijkirin.

Hîn Pentagonê derbarê mijarê de daxuyanî nedaye.