Ji Mesrur Barzanî peyama serxwesiyê bo wefata Îbrahîm Nayîf Pasa

19 May 2020 20:00 0 dîtin
Ji Mesrur Barzanî peyama serxwesiyê bo wefata Îbrahîm Nayîf Pasa

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser koça dawî ya Serokê Hoza Koçerên Mîran Îbrahîm Nayîf Mistefa Paşa peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyam Serokwezîr Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdar Îbrahîm Nayif Paşa

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Îbrahîm Nayif Paşa Serok Hozê Koçerên Mîran gihîşt me.

Sersaxiyê li tevahiya malbat û xizim û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Kak Îbrahîm bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyekî bibexşîne.