Ji Nêçîrvan Barzanî peyama sala nû ya hicrî
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya destpêka sala nû ya Hicrî (Koçî) peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ser hesabê Xê de got: “Ez di yada 1ê Muheremê û serê sala nû ya 1446an a Koçî de hemû Misilmanên li Iraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im ji bo hemû kesî bibe sala serkeftin, xweşî û halxweşiyê û bi xwe re aştî û aramiyê bîne.”
Nêçîrvan Barzanî xwest ku sala nû ya koçî ji bo bihevrejiyan û hevqebûlkirina hemû dîn û neteweyan bibe derfet û teşwîqkar û wiha pê de çû: “Werin em hemû bi hev re xizmeteke baştir ji gelê xwe û welatê xwe re bikin. Hemû salên we bi xweşî bin û Xwedayê mezin we biparêze.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin