Nêçîrvan Barzanî, sersala Hicrî pîroz kir

19 July 2023 13:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, sersala Hicrî pîroz kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber rastlêhatina sersala Hicrî, peyamek araste kir û di peyama xwe de tekezî li ser girîngiya jiyana hevbeş kir.

Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta sersala 1445ê Hicrî peyameke pîrozbahiyê parve kir û di peyama xwe ya ku li ser girîngiya pêkvejiyanê rawestiya de wiha got:

“Ez hatina 1ê Muherremê û sersala Hicrî ya nû li hemû xwişk û birayên me yên misilman ên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ez hêvî dikim sala nû ji bo hemû mirovatiyê bibe sala xêr, xweşî û bextewariyê û ji bo her kesî bibe saleke tijî serkeftin.

Di vê helkefta pîroz de em careke din tekezî li ser girîngiya pêkvejiyana aştiyane û kûrkirina lêborîna navbera pêkhateyên olî û neteweyî li Kurdistanê dikin. Divê em hemû bi hev re ji bo niha û siberojeke baştir ji bo gel û welatê xwe bixebitin.”