Nêçîrvan Barzanî sersala Sabaî Mendaiyan pîroz kir
PeyamaKurd –Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersala Sabaî Mendaliyan bi peyamekî pîroz kir.
Sabaî Mendaî li deverên Kurdistanê û Iraqê dijîn. Di Kurdistanê de li Kerkûk, li Iraqê li Bexda, Meysan, Nasiriye, Basra û Dîwaniye dijîn, beşekî ji civaka olîne û îsal li gor salnama Sabiiyan; sersala xwe di meha temmûzê de pîroz dikin. Nêçîrvan Barzanî peyama xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de belav kir. Di peyama pîrozbahiya sersala Sabiiyan de weha got:
“Ez sersal û cejna birayên xwe yên Sabaî Mendaî ji dil û can pîroz dikim, bila ji bo herkesî xêr û bereketê bîne û dixwazim cejn û sersal hissên biratiyê, hezkirinê û aştiyê xwurt bike. Bila vê cejnê di welat de bibe sedema xweşbîniyê û di nav pêkhateyan de bibe sedema aramiyê.”
Sabaî Mendaî her weha li welatên weka Fîlîstîn û devera Ahwaz a Îranê dijîn. Sabaî yek ji olên yek Xwedayiye, Hz. Yehya wek pêxemberê dawî qebûl dikin lê kurên Hz. Adem Şît û Sam jî wek pêxember qebûl dikin.
Tê gotin ku pirtûka wan ya pîroz ‘Kenza Rebba’ ye û ji bo wan rûbar pîroze. Bi giştî li dora çemê Dîcle û Firatê dijîn û pêwistiyên xwe yên olî li ber her dû çeman dikin. Lewra Mandaî xwe weka xelkê kevin yê Mezopotamyayê an ku xelkê di navbera her dû çeman de dijîn, dibînin.
Mendaî tenê di nav xwe de ji hev dizewicin. Dema diçin geştê ji ava her dû çeman bi xwe re dibin û xwarina xwe bi wan avan çêdikin.
Li gor destûra Iraqê ya sala 2005 an di rewşa kêmoliyan de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin