Nêçîrvan Barzanî sersala nû ya koçî pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyameke sersala nû ya koçî li tevahiya Mislimanên li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê pîroz kir û diyar kir: “Di vê helkefta pîroz de em tekeziyê li ser kûrkirina çanda hevdûqebûlkirin û pêkvejiyanê dikin.”
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
Ez bi germî cejna 1ê Muheremê û sersala nû ya koçî li hemû Mislimanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Daxwazê ji Xwedayê mezin dikim ku sala nû xêr û xweşiyê, aramî û aşitiyê bo Herêma Kurdistanê, Iraq û mirovatiyê bi giştî bi xwe re bîne.
Di vê helkefta pîroz de, em tekeziyê li ser kûrkirina çanda hevdûqebûlkirin û pêkvejiyanê dikin û hemû pêkhateyên etnîkî û olî piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wek hertim wê welatê hemûyan û hêlîna jiyana hevbeş û lêborînê bimîne.
Sersala we pîroz be û her sal bi xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30/7/2022
1ê Muherrem 1444

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin