Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê bo sersala nû ya koçî belav kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê, bo sersala nû ya koçî pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.
Di peyama pîrozbahiyê de Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ‘‘Yekê Muherrem, serê sala nû ya koçî li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz bê, hêvîdarim sala nû ya koçî, dawiyê bi êş û girift û kêşeyên misilmanan û hemû mirovayetiyê li gel xwe da bîne, saleke pir li xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.’’
Di berdewamiyê de Serokê Herêma Kurdistanê got, ‘‘Xwedayê mezin pejika Korona û encamên wê yên dijwarên aborî û tendirustiya li ser cîhanê nehêle, li sayeya pêkvejiyan û lêborînî, şadî û aramî û xweşguzeranî rû li Kurdistanê bike, Kurdistaniyên azîz û tevahiya mirovayetiyê selamet û parastî bin. Hemû salek bi xweşî û li hemû aliyek pîroz bê.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin