Ji NATOyê hemleya Rûsyayê: Li ser sînor perwerdeya leskerî hat kirin!
PeyamaKurd – Li demeke ku hêzên menzin ên Rûsyayê ji bo dagirkirina muhtemel a Ukraynayê li ser sînoran hatine bicihkirin, hemleyek jî ji NATOyê hat.
Hat ragihandin ku hêzên taybet ên NATOyê yên bi navê Koma Pêşketî ya Şer li nêzîkî sînorên Rûsyayê bi 60 kîlometran perwerdeyeke leşkerî kir.
Hat diyarkirin ku perwerdeya leşkerî li sînorê bajarê Kalînîngradê yê navbera peravên Baltik ên Rûsya, Polonya û Lîtvanyayê hatiye encamdan û leşkerî îngilîz beşdarî kirine.
NATOyê derbarê mijarê de daye xuyakirin, ew perwerde yek ji kursên rêkûpêkî yên komên şerker ên leşkerên NATOyê ye.
Polonyayê jî daye xuyakirin ku ew koma leşkerî ji aliyê Amerîkayê ve tê birêvebirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin