Ji nav Afxanistanê êrîsên ser Pakistanê zêde bûn lê Pakistan peyamekî tund da

25 February 2023 01:24 0 dîtin
Ji nav Afxanistanê êrîsên ser Pakistanê zêde bûn lê Pakistan peyamekî tund da

PeyamaKurd – Pakistanê ji bo Afxanistanê ragihand ku Talîbana Pakistanê (TTP) ji nav Afxanistanê êrîşên xwe yên ser Pakistanê nede rawestandin, wê Pakistan li hemberê wan di nav Afxanistanê de bikeve nav tevgerê. Pakistan di mijarê de peyamekî tund da Kabîlê.

Yek ji rêvebirê di asta bilind ya Pakistanê de, ji bo AA yê ragihandiye ku di 22 yê sibatê de heyetekî Pakistanê çûye Kabîlê û peyama xwe bi zelalî daye Kabîlê. Rêvebir dibêje ku ji Afxanistanê xwestine ku endamên TTP ê di nav Afxanistanê de bidin rawestandin û bê bandor bikin. Eger Afxanistan nikaribe ber li TTP ê bigre wê Pakistan bikeve nav tevgerê.

Rêvebirê Pakistanê ragihandiye ku cîgirê serokwezîrê Afxanistanê Molla Abdulgani Birader red kiriye ku TTP li Axfanistanêye. Talîban gotiye ku Amerîka seha hewayî ya Pakistanê bikaraniye û bi balafira bê mirov êrîşê kiriye lê Pakistan vêya red kiriye. Pakistan her weha bi delîlan ji Kabîlê re gotiye ku çawa êrîşên li Bannu û Peşawerê hatine kirin û eger êrîş weha dewam bikin wê bersiva Pakistanê tund be.

Tê gotin ku Pakistan li hinek deveran li ser sînor têl danîbû lê di heman deveran de TTP têla rakiriye û endamên wan derbasî Pakistanê bûne û êrîşan pêkanîne. Ji ber mijarên weha, niha navbera Afxanistanê û Pakistanê baş nîne.

Wezîrê bergiriyê yê Pakistanê Xawaja Muhammed Asif û serokê beşa îstîxbarata navbera îstîxbaratan yê Pakistanê Nedim Ahmed Anjum di nav de bi heyetekî re di 22 yê sibatê de rojane seredana Kabîlê kiribûn. Heyeta Pakistanê bi heyeta Kabîlê re, bi cîgirê serokwezîrê Talîbanê Molla Abdulgani Birader û bi cîgirê wezîrê bergiriyê yê Talîbanê bi Molla Muhammed Yakup û heyeta wan re hevdîtin kiribûn.

Li Pakistanê bi taybetî li eyaletên Belûcistanê û Hayber Pahtunhva yê di mehên dawiyê de êrîş zêde bûne û Pakistan dibêje êrîş ji aliyê TTP ê de tên plankirin lê Kabîl mijarê red dike.