Li Pakistanê êrîsên çekdarî: 10 polêsan can da

05 February 2024 14:09 0 dîtin
Li Pakistanê êrîsên çekdarî: 10 polêsan can da

PeyamaKurd - Hade ragihandin ku li Pakistanê li dijî navendên polêsan du êrîşên hevdem pêk hatine û di encamê de 10 polêsan canê xwe ji dest dane.

Fermandarekî payebilind ê polêsên Pakistanê ji AFPê re ragihandiye ku li navçeya Dera Îsmaîl Xan a li bakurê vî welatî, li dijî navendeke polêsan êrîşeke tûnd a terorîstî pêk hatiye û di vê êrîşê de herî kêm 10 polês hatine kuştin.

Ji aliyê din ve komeserê polês ê Pakistanê Axter Heyat Qandabûr jî ragihandiye ku li devereke din a bakurê Pakikstanê "zêdetirî 30 terorîstan ji sê aliyan ve êrîşî navendeke polêsan kirine.

Qandabûr daye zanîn ku di vê êrîşa ku nêzîkî 30 xulekan berdewam kiriye de ti polês nehatine kuştin.