Nêze ku Amerîka ji bo operasyonên Afxanistanê bi Pakistanê re lihev bike

23 October 2021 17:30 0 dîtin
Nêze ku Amerîka ji bo operasyonên Afxanistanê bi Pakistanê re lihev bike

PeyamaKurd – Li gor ragihandina CNN ê ku 3 endamên kongreya Amerîkayê weka çavkanî nîşan daye, serokê Amerîkayê Joe Biden brîfîngekî daye parlementerên xwe, ragihandiye ku ji bo operasyonên li Afxanistanê yên leşkerî û îstîxbarî de, wê balafirgeha Îslamabadê bikarbîne, gelek nêze ku her dû dewlet bi fermî lihev bikin. Li hemberê bikaranîna balafirgehê, wê Amerîka peymana mutabaqatê îmze bike û di mijara têkiliyên Pakistanê yên bi Hindistanê re, alîkariya Pakistanê bike.

Di heman nûçeyê de hat gotin ku heyeta Amerîkayê seredana Pakistanê kiribû lê kes nizane bê çi axifîne û Pakistan ji Amerîkayê çi xwestiye. Ji ber di navbera Amerîka û Pakistanê de peymana fermî tineye, Îslamabad dikare berisveka neyînî bide Amerîkayê.

Wezareta karên derve ya Pakistanê mijarekî weha red dike û dibêje di navbera wan de peymaneka weha tineye.