Ji Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyeke 'ji dil' bo Joe Biden û Kamala Harris
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê pîrozbahî li Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hesabê xwe yê Twitterê got: “Ji dil pîrozbahiyê li serokê hilbijartî Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris dikim.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ew hêvîdar e di heyama seroktiya Joe Biden de hevbeşî û peywendiyên xwe yên dualî bihêztir bikin.
My heartfelt congratulations to President-Elect @JoeBiden and Vice President-Elect @KamalaHarris on their victory in the U.S. presidential election. I look forward to working together to further strengthen our partnership and bilateral ties.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) November 8, 2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin