Nêçîrvan Barzanî bi Joe Biden re civiya

19 September 2022 22:59 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Joe Biden re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlî merasima cenazê qralîça Îngîltere Elizabeth2 bibe çûbû Îngîltere û îro bi serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtinekî kir. Nûnerê Nêçîrvan Barzanî Felah Mustafa ji bo Rûdawê ragihandiye:

“Herêma Kurdistanê ciyê xwe yê di herêmê de îsbat kiriye. Têkiliyên xwurt û dostane, Herêma Kurdistanê dike aktorekî girîng yê Rojhilata Navîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di roja yekem ya li Londrayê de, bi serokê Amerîkayê Joe Biden, serokê Fransayê Emmanuel Macron, qralê Urdunê Abdullahê 2em û bi lîderên dewletên Kendavê re hevdîtin kir. Felah Mustafa axaftina xwe weha dewam kir:

“Di dema merasimê de Nêçîrvan Barzanî bi qralê nû yê Brîtanya CharlesIII, bi malbata qraliyetê re, bi rêvebirên Îngîltere û lîderên dinyayê re derfetên hevdîinan dît.”